Eger Malikî bimîne Iraq dê parçeparçe bibe

Bexda-KDP.info- Berdevkê frakisyona Hevpeyvîna Kurdistanî li Parlamantoya Iraqê dibêje, Amarîka gehiştiye wê baweriyê ku eger Malikî careke din bibe serokwezîr, Iraq dê parçeparçe bibe, ji ber ku dizanin ew ji bo vê qonaxê ne guncaye.
Mueyed Teyib, berdevkê frakisyona Hevpeyvîna Kurdistanî li Parlamantoya Iraqê, ji KDP.info re ragihand: “Amarîka dixwaze Iraq bi yekperçeyî bibîne, û sîstema dîmokrasiyê bê peyrew bibe, lê ji niha ve gehiştine wê baweriyê ku eger Malikî carek din bibe serokwezîran, Iraq dê perçeperçe bibe, lewra ku em dibînin Iraq ber bi ketene ve diçe, zanin Malikî ne li gor vê qonaxê ye û guncaw nîne ku careke din posta serokwezîran werbigre.”
Teyib got jî: “Nûrî Malikî nikare careke din posta Serokwezîr bi dest bixe, ji ber ku peywendiya wî ligel hemû hêzên siyasî xirabe, bi vê yekê nikare zêdetir ji nîvê dengan bi dest bixe.”
Berdevkê frakisyona Hevpeyvîna Kurdistanî li Parlamantoya Iraqê, diyar kir ku “Amarîka bi çavekî li hemû pêkhatên iraqî dinere, û dixwazin Kurd û Sûne û Şîe yekgirtûbin, lê ewê ku ji kêşeyên mezhebî û olî dûre û avedaniyê ji Iraqê re dixwazin, tenê Kurdin, lewra Kurd niha ji pêkhatên din zêdetir nêzîkî Amarîka ye.”
Bi nêrîna Mueyed Teyib, “baştirîn çareser ji rewşa niha ya Iraqê re, guhertina Nûrî Malikî ye û danîna kesekî dine li şûna wî, ku cihê rezamendiya hemû aliyekî Iraqî be, berevajî dê Iraq perçeperçe bibe.”




