26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Iraqîye ti kesî li cihê Tariq Haşimî destnîşan nake

Çavkanî: KDP.info

Endama lîsteya Îraqiye Xatû Fayêze Ubeyidî ragihand ku, lîsteya Îraqiye bi ti awayî amade nîne kesekî din ji bo postê Cihgirê Serokê komara Iraqê Tariq Haşimî de destnîşan bike û li cihê wî dane, tenê heger kesek din bi wekalet li cihê wî bohê danîn.

Di evê derbarê de li gorî ajansa Îxbarîye Ubeyidî ragihand, ku lîsteya Îraqiye bi ti awayî amade nîne kesekî din ji bo postê Cihgirê Serokê komara Iraqê Tariq Haşimî de destnîşan bike.

Weha jî da xuyakirin, ku meseleya Haşimî heta niha hilpesartî maye û gunehbarê bê tawane heta ku dadgeh bi temamî tawnên wî disepîne û heta niha jî dadgeha dadgehkirina wî paşve dibe û heta niha Haşimî serokê komare.

Nûçeyên têkildar