Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste Nûrî Malikî dest ji kar berde

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje ku eger serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di posta xwe de bimîne dê rewş aloztir bibe “Lewma pêwîste dest ji kar berde.”
Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona NBC a amerîkî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Pêwîste Malikî dest ji kar berde, ji ber ku eger ew di posta xwe de bimîne dê pirsgirêk aloztir bibin û ti çareseriyekê nabîne”.
Di bersiva pirsekê de ku bêjer ji Nêçîrvan Barzanî pirs dike “Eger tu Malikî bibîne tê çi jê re bibêje?” Barzanî wiha bersiv da: “Ezê bibêjm bibîne serokwezîr pêwîstiya vê rewşê bi çareseriyeke siyasî heye ne çareseriyek leşkerî”.
Herwiha serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku berî 6 mehan serokwezîrê Iraqê hat agehdarkirin ji êrîşa grûpên çekdar, “lê Malikî guh neda vê yekê”.




