26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê derbarê Amûdê hişyarî da ENKS

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku yekemîn salevgera bûyerên Amûdê bibîr bîne lê Asayişa PYDê hişyarî da û got çênabe bêyî wergirtina mohletê çalakî bên kirin.

Şaxê ENKS li bajarê Amûdê ragihand ku roja 26ê mehê mûman pêxe û serdana malbatên qurbaniyên bûyerên Amûdê bike, herwiha roja 27ê mehê merasîmekê û xwepêşandaneke bê deng û aştiyane li ser gorên qurbaniyên bûyerê lidar bixe.

Di vê derbarê de, rêveberiya giştî ya asayişê di daxuyaniyekê de dibêje: “Livandina pirsa Amûdê û pêbendnebûna bi yasayên ewlekariyê tê wateya ku yek bi agir bilîze û wê derî li ber pirsgirêkên ku wê ti kes nikaribe berpirsyariya encamên wan hilgire, veke.”

Herwiha rêveberiya asayişê Rêveberiya giştî ya asayişê di daxuyaniyê xwe de bûyerên Amûdê wek bûyerên dilêş dide naskirin û hişyariyê dide ku got çênabe bêyî wergirtina mohletê çalakî bên kirin û dibêje “Hinek alî dixwazin xwîna qurbaniyên Amûdê ji bo mebestên xwe yên hizbî yên teng bi kar bînin bêyî ku guh bidin yekîtiya rêza Kurdan û aramiya Amûdê û navçeyê.”

Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin kuştin û bi giştî di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

 

 

Nûçeyên têkildar