26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandina Parlîyamentê derbarê damezrandina Encumena Bilinda Danûstandinê ya digel Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Îro li avahîya parlîyamenta herêma kurdistanê li bajêrê Hewlêrê kombûnek hat sazkirin bi armanca pêkhatina Encumena Bilinda Danûstandinê ya navbera herêma kurdistanê û Baxdadê, ku berî demekî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza pêkhatina wê kir bû.

Eve tekesta ragihandina parlîyamenta Kurdistanê ye:

Bi serpereştîya serokatîya parlîyamenta Kurdistanê û amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û Arif Tayfûr cihgirê serokê parlîyamenta Iraqê û D. Roj Nûrî Sawîş cihgirê serokê Encumena wezîrên Iraqê û D. Berhem Salih serokê kabîna pêşû ya hukûmeta herêma û serok û sekreter û nûnerên part û alîyên sîyasîyên Kurdistanê û serokê fireksîyon û lîsta û pêkhatên sîyasîyên Kurdistanê û parlîyamenterên Kurdistanê û parlîyamenterên Iraqê û hukûmeta fedral roja duşemê 06/08/2012 kombûneka şîretkarîyê ji bo damezrandina Encumena Bilinda Danûstandinê ya navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê hat sazkirin.
Ji Destpêka evê kombûnê D. Erselan Bayîz serokê parlîyamentê bi navê parlîyamentê di gotrekê de, bi xêrhatina amadebûnan kir û aramca evê kombûnê eşkere kir ji bo guftûgokirin û dewlemendkirina projeya pêkanîna " Encumena Bilinda Danûstandinê ya navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê ", ku ev piroja û pêşnîyaza han ji alîyê serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê ve bi nivîsa jimare 1662 li 10 temûzê 2012 ber bi parlîyamentê ve şand.

Piştire jî behsa girîngîya pêkhatina evê encumenê kir, ku komdengîyeka niştimanî li ser pirsa çarenivîsê digel hukûmeta Iraqa fedral ewên ku rastî herêma Kurdistanê dihên, û ev encumena han di evê qunaxê de wek erekekî niştimanî hemû alî û hêzên Kurdistanê bi hev re kar bikin.

Piştire serokê hukûmeta herêma Kurdistanê weha da nîşandan, ku berî pêkhatina evê kabînê û dema seredana me bo alîyên Sîyasî me bi alîyên opozisîyonê re behsa evê kirîye û hemû alîyek jî digel evê pêkhatinê bûn, ji ber vê çendê jî ev fikra han ne tenê ya alîyekîye, lê belê ya hemûyane.

Her di evê kombûnê de ku nêzîka du demjimaran berxwe da, hemû part û alîyên sîyasîyên Kurdistanê têde bi eşkereyî bîr û hizrên xwe di derbarê çawenîya damezrandina evê encumenê û rol û erkên girîng dan xuyakirin û biryar dan bi:

- Bi damezrandina Encumena Bilinda Danûstandinê digel hukûmeta Iraqa fedral, da ku bibe bi dezgeheka niştimanî ji bo birêvebirina û çavdêrîkirin û encamdana guftûgoyan digel hukûmeta Baxdad, bi taybetî li ser ew pirsên çarenivîskî girêdayî bi berjewendîya Bilindên herêma Kurdistanê ve.

- Biryar hat dan komîteyek ji serokê firaksîyonên parlîyamenta Kurdistanê û nûnerên firaksîyona Kurdistanê ji parlîyamenta Iraqê û hukûmeta fedral û nûnerên hukûmeta herêmê bihê pêkanîn.

Pişkdaran bi giştî sipasîya evê pêngavê kirin û bi girîngî dan nirxandin bo yekxistina gotara sîyasî û yek helwêsta alîyên Kurdistanî li hember pirsên hilpesartîyên digel hukûmeta fedral, da ku mîkanîzmeka lihevhatî bo çawanîya birêvebirina danûstandina digel Baxdadê bihê danan û piştevanîya xwe jî parlîyamentê dubare kirin û bi lêvegera piryarên pêşerojê dan naskirin.

Serokatîya Herêma Kurdistanê

06/08/2012

 

Nûçeyên têkildar