Otombîlek bombekirî li Hesekê teqiya

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Li bajarê Hesekê otombîlek bombekirî hate teqandin û di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûne.
Li gor xelkê deverê ku ji KDP.info re ragihandin, doh 21/6/2014 danê êvarî, li bajarê Hesekê ,li pêşiya navenda polîsê bajar otombîlek hate teqandin û di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Herwiha wan çavkaniyan gotin hejmara birîndaran 15 kes in û nave wan kesên ku jiyara xwe ji dest dane evin, Rebah Mefrûd û Ebdûlhemîd Ezo.
Tê zanîn ku deverên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîma Beşar Esed ve radestî PYDê hatine kirin û asayişa wê partiyê ewlekariya wan deveran girtiye histê xwe, lê ew nikare bi tena xwe, wan navçeyan biparze û gellek teqîn li wir tên encamdan û di encama wan teqînan de gellek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin, roja 15/6/2014 li bajarê Tirbespiyê jî teqînek hat encamdan û herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hoşmîn Iniz




