26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dizeyî: Em nefta xwe difroşin şîrketên petrolê nek welatan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ne bi awayekî rasterast ne jî nerasterast me nefta xwe nefirotiye Îsraîlê, û berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, em nefta xwe difroşin şîrketan nek welatan.

Piştî ku ajansa Reutersê ragihand ku Herêma Kurdistanê nefta xwe firotiye Îsraîlê, hikûmeta Iraqê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev çendîn car e Herêma Kurdistanê neftê difroşe Îsraîlê.

Helbet Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî demildest bersiva Bexdayê da û ragihand, Herêma Kurdistanê bi ti awayî nefta xwe nefirotiye Îsraîlê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî jî ji Rûdawê re got, Herêma Kurdistanê rasterast nefta xwe nefirotiye ti welatekî û welatên cîhanê jî rasterast neftê nakirrin ji ber ku hinek rêyên vî karî hene.

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku di dinyayê de neftê difroşin wan şîrketan ku karê kirrîn û firotina petrolê dikin, şîrketên ku nefta Herêma Kurdistanê dikirrin bixwe biryar didin ka neftê bifroşin kîjan welatî.

Berdevkê hikûmetê derbarê îdiayên ku dibêjin Herêma Kurdistanê nefta xwe firotiye Îsraîlê jî got, haya me jê tine ku wan şîrketan nefta Kurdistanê firotine Îsraîlê yan na çimkî ew bixwe dizanin bifroşin kê.

Berpirsekî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê jî ji Rûdawê re gotibû, yên ku nûçeyên wisa belav dikin dixwazin aloziya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kûrtir bikin

Nûçeyên têkildar