Serok Barzanî: Her çaresereke siyasî divê di bin rewşa niha ya Iraqê be

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tekez kir ku siyaseta şaş ya hikûmeta Iraqê di çend salên borî de hişt ev rewş peyda nine, û diyar kir ku her çaresereke siyasî dive di bin rewşa niha ya li Iraqê be.
Îro şemiya 21-6-2014 li Selahedîn Masûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Robêrt Bêkroft balyozê Amarîka li Iraqê kir.
Di hevdîtinekê de rewşa siyasî û ewlekarî li Iraqê û pêşhatên vê dawiyê li parêzgehên Nînewa û Selahedîn û navçeyên din ên Iraqê hatin gotûbêj kirin, herwiha li ser çawaniya derbasbûna Iraqê ji vê qeyrana siyasî û ewlekariyê ku rastî wî welatî hatiye, herdu alî li ser wê yekê hevra bûn ji bo ku rewşa Iraqê ber bi başbûnê ve biçe û pêwîste piroseya siyasî li Iraqê bê rast kirin.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekez kir ku siyaseta şaş ya hikûmeta Iraqê di çend salên borî de hişt ev rewş peyda nine, û diyar kir ku her çaresereke siyasî divê di bin rewşa niha ya li Iraqê be.




