26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Tariq Haşimî: Em nikarin kurdan neçar bikin di nav Iraqê de bimînin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-  Cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî, li ser rewşa Iraqê got, Iraq ber bi perçebûnê ve diçe û ragihan ku kurd dê bixwe li ser paşeroja xwe biryar bidin eger serxwebûna xwe jî ragihînin ew sûcê Malikî ye nek yê wan.

 

Cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî, ku niha li Tirkiyê ye û bi tohmeta “piştgiriya terorê” bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin, di hevpeyvînekê de digel televîzyona CNN Turk a Tirkiyê vê carê jî diyar kir, destnîşan kir ku rewşa niha ya Iraqê ber bi şerê mezhebî ve diçe û got, em alîgirê yekperçebûna xaka Iraqê ne lê eger rewş bi vî awayî bidome zehmet e Iraqê yekperçe bimîne.

 

Li ser rewşa kurdên Iraqê û avakirina dewletek serbixwe ya kurdî li Bakûrê Iraqê jî Haşimî got, rewşa ku niha heye li gorî dilê gelê kurd e, ez wek iraqiyekî helbet dixwazim kurd di nav Iraqeke yekperçe de bimînin lê em nikarin wan neçarî vê yekê bikin, ewê bixwe li ser paşeroja xwe biryar bidin, eger serxwebûnê jî ragihînin ew sûcê Malikî ye nek sûcê wan e.

 

 

 

Nûçeyên têkildar