Pêşmergeyên dêrîn tên rêkxstin

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî peyama Serok Barzanî ya derbarê vegera pêşmergeyên xaninşîn, pêşmergeyên dêrîn amadebûna xwe ji bona parastina Kurdistanê ragihandin.
Emîd Helgurd Hikmet, rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ji KDP.info re ragihand ku “pêşmergeyên dêrîn û pêşmergeyên şoreşa Eylûlê û Gulanê piştî peyama Serkê Kurditanê hatin û amadebûna xwe ragihandin ji bona her demekê ku pêwîstî bi wan hebe.”
Helgurd got jî “ew hêvî dikin ku pêwîstiya wan bi wan pêşmergeyan nebe, lî ji niha vewezareta Pêşmerge mijûlî danîna mîkanîzmekê ye ji bo çawaniya wergirtina sûd û mifayê ye ji wan.”
Rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge ragihand ku “ne tenê Pêşmergeyên dêrîn, lê belê xelkê Kurdistanê jî bi giştî piştgîriya xwe diyar kirine û di amadebaşiyê de ne ji bo her egerekê ku ev yek jî gelekî girînge ji bo bilindkirina morala wan pêşmergeyên ku niha di şer de ne.”




