Hewlêr û Washington tekez dikin ku divê çareserî siyasî be

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de Balyozê Amerîkayê li Iraqê Robert S. Beecroft peyama welatê xwe derbarê bûyerên dawî de gehande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û her du aliyan tekez kirin ku divê çareserî siyasî be.
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Robert S. Beecroft kir. Di hevdîtinekê rewşa dawî ya İraqê, bi taybetî kontrolkirina bajarê Mûsil, Selahedîn û çend navçeyên din ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve, herwiha derencam û pêşbîniyên derbarê qonaxa dahatû de hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez kir ku pirsgirêkên îro li Iraqê hene derencama siyaset û çawahiya birêvebirina proseya siyasî ne, loma divê pirsgirêk bi awayekî siyasî werin çareserkirin, herwiha operasyonên leşkerî û rûbirûbûnên çekdarî bi tena xwe nikarin pirsgirêkan çareser bikin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Li Iraqê ji bo vegerandina aramiyê, divê li fikir li mekanîzmayên aştiyane yên siyasî bê kirin û li İraqê rewşek çêbibe ku hemû pêkhateyên Iraqê hest bikin ku bi rastî şirîkê desthilat û proseya siyasî ya welat in, hîç pêkhateyek xwe li derveyê hevkêşe, proseya siyasî û desthilatê nebîne.’‘
Di dawiya hevdîtinê de herdu aliyan tekez kir ku divê hevkarî û hevahengî di navbera hemû aliyan de hebe û bi hev re kar bikin bo tîtina çareseriyê û dawîanîna pirsgirêkan, ji bo çareseriyek bê dîtin ku hemû têde hest bi garantiyê bikin û herwiha hewl bê dayîn daku proseya siyasî bikeve ser rêya xwe li ser bingehê encamên hilbijartina dawî ya İraqê û mekanîzmayek jî bê dîtin bo çareseriya pirsgirêkan.




