Bi siyaseta Serok Barzanî Kurdan di van bûyeran de kêmtirîn ziyan û mezintirîn destkeftan bi dest xistin

Hewlêr-KDP.info-Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdustanê Xesro Goran ragihan ku bi siyaseta hekîmana ya Serok Barzanî Kurdan di van bûyeran de mezintirîn destkeft bi dest xistin û kêmtirîn ziyanan dîtin, û ew wek PDKê her pabendin bi wan sozên ku ji gelê xwe re dane.
Xesro Goran, endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) derbarê rewşa Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Derbarê bûyerên Mûsilê, hikûmeta Iraqê bêdeng nemaye û li ser erdê şer dike, lê nikarin tiştekî bikin.”
Goran got jî: “Di baweriya min de Mûsil bajarekî mezine û ew artêşa Iaqê nikare bi hesanî wî bajarî kontrol bike, ji bilî ku rewşa Enbar û Diyala û Selahedîn ji ya Mûsilê nebaştire, ku ew jî navçeyên mezinin û zehmete artêşa Iraqê bikaribe ji destê DAIŞ derxîne.”
Xesro Goran diyar kir ku “rewşa Malikî gelekî xerabe, ji ber ku tişta ku çêbû di warê siyasî û menewî şikestineke mezin bû ji Malikî re, wek fermandeyê giştî yê hêzên çekdarî, wî bawe nedikir ku dê ev yek bi ser de were, heta şense wî ji bo girtina posta Serokwezîr nemaye, ji ber ku gelek welatên Ewropa û cîhanê dibêjin gonaxa Malikî bi dawî hatiye.”
Derbarê rola Partiya Demokrat a Kurdistanê di vê qonaxa niha de, Xesro Goran endamê serkirdayetiya (PDKê) got: “PDKê xwedî sitratîjî û dûrbînekê ye, siyaseta hekîmana ya Serok Barzanî hiştiye ku Kurd di van bûyeran de mezintirîn destkeftan bi dest bixin û kêmtirîn ziyanan bibînin, em wek PDKê em pabendin bi wan sozên ku me ji gelê xwe re dane û ji roja yekê de PDKê dest bi xebat û berxwedanê kir ji bona parastina welaiyên navçeyê Kurdistanî yên dervey îdareya herênê, bêguman di van aloziyin siyasî de, PDKê berjewendiya xelkê Kurdistanê xistiye pêşiya her tiştî.”




