The Independent: Mezitirîn derfet peyda bûye da ku dewleta Kurdî bê ragihandin

Hewlêr-KDP.info-Rojnameya The Independent a Braîtanî belavkiriye ku niha rêveberiyeke xweser li Herêma Kurdistanê heye û ew dikare serxwebûnê bidest bixe û niha mezitirîn derfet bo Herêma Kurdistanê peyda bûye da ku dewleta Kurdî ragihîne.
Di raporta Rojnameya The Independent de hehsa kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê kirin û wiha tê gotin: “Niha rêveberiyeke xweser li Herêma Kurdistanê heye û ew dikare serxwebûnê bidest bixe, evna jî eşkere bû dema ku hêzên Kurdî bajarê Kerkûkê kontrol kirin.”
Raport wiha berdewam dike: “Kerkûk ¼ ji kêlgehên petrolê li Iraqê li xwe digire, niha jî nîvê petrola Iraqê li wî bajarî tê berhem anîn, lê Kurd pêdagir in li ser wê yekê ku girîngiya Kerkûkê ne tenê di petrolê de ye, tevî ku Kerkûk roleke girîng dibîne bo peydakirina dahateke darayî bo dewleta Kurdî.”
Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge de bo Kerkûkê, rojnameyê wiha nivîsiye: “Kurd tekez dikin ku çûna wan bo Kerkûkê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bû, lê Artêşa Iraqê du dile li ser vê pêngavê.” Herwiha amaje bi daxuyaniyeke Fermanderê Hêzên Bejayî yên Iraqê, Elî Xêdan dike deme got: “Ev gav geşbûneke metirsîdar e.”
Derhênera Kurd, Şîlan Seidî di vê dema dawiyê de serdana bajarê Kerkûkê kir û ji rojnameya The Independent re wiha axifî: “Niha mezitirîn derfet bo Herêma Kurdistanê peyda bûye da ku dewleta Kurdî ragihîne, ji ber ku hemû pêkhênerên bûna dewletê tê de hene.”
HerwihaRojnamevanê mezin yê rojnameya New York Times a amerşkî, Maykil Bînyon hefteya derbasûyî ragihand tundûtîjî û tevlîheviya niha li Iraqê derfetek zêrîn bo Kurd afirandiye daku serxwebûna xwe û xewna damezrandina dewleta Kurdistanê bi cî bîne.




