Wezareta Navxwe: Hejmara penaberan li Kurdistanê bû milyonek

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî êrişên vê dawiyê yên çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê li dijî parêzgeha Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê, hejmara penaberan li Herêma Kurdistanê derket milyonekî.
Hejmara nifûsa Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar e û tê destnîşankirin ku li herêmên ku penaber lê hene, ji 6 kesan yek penaber e. Penaber bi gelemperî xwe dispêrin bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê.
Rêveberê Koç û Penaberan yê Herêma Kurdistanê Şukrî Barzanî ji AAyê re got: "Beriya êrişên DAIŞê yên li ser Mûsilê li gor tesbitên me li Kurdistanê ji Sûriyê 226 hezar, ji Îranê 30 hezar, ji Tirkiyê jî 12 hezar kes hebûn. Bi kesên ku ji herêmên sunnî yên Iraqê hatin ev hejmar bû 755 hezar. Piştî bûyerên li Mûsilê 300 hezar kes hatin û ev hejmar zêde bû û ji milyonekî derbas bû."
Piştî koçkirinên ji Iraqê hejmara penaberên ku xwe dispêrin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê balê dikşîne.
Hin penaber xwe davêjin otêlên nebaş û di odeyên 11 metreyî de 20 kes dimînin. Di dema revê de penaber di bin qileqijê de dimeşin û xwe dispêrin bajarên Kurdistanê.




