26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Kurdistanê pêşwazî li Ehmed Çelebî kir û di wê civînê de her dû alî li ser ewe bi hevre bûn ku pêwîste proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û hemû aliyek jî ji bo nehiştina terorê hevkar bin.

 

Êvariya doh în 20.06.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û ew qeyrana bi sedema şikesta artêşa Iraqê û kontrolkirina bajarê Musil ji aliyê grûpên çekdaran ve pêkhatiye, hate nirxandin.

Her dû alî li ser ewe bi hevre bûn ku pêwîste proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û hemû aliyek jî ji bo nehiştina terorê hevkar bin.

Nûçeyên têkildar