20 hezar pêşmergeyên Eylûlê di amadebaşiyê de ne
__2014_06_19_h16m33s22__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha bilind a Eylûlê ragihand ku piştî biryara Serok Barzanî, 20 hezar pêşmergeyên Eylûlê ji bo her egerkê ketine rewşa amadebaşiyê de û heta rizgarbûna Kurdistanê bi temamî, dê berxwedanê bikin.
Qadir Qadir, berpirsê dezgeha bilind a Eylûlê di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand: “Em di dezgeha Eylûlê de jibilî naveda bilind, 11 dezgehên me hene, piştî biryara Serokê Kurdistanê, em civiyan û em û hemû xaninşîn her yek ji wan li cihê xwe amadebaşiya xwe ji bona her egerekê diyar kirin û di 24 seatan dê hemahengiyê û gotûbêjan ligel hêzên Pêşmerge de, ji bo ku xwe bidin ser hev û biçin Kerkûkê.”
Qadir Qadir got: “Ewê ku heta niha amadebûna xwe diyar kirine, ji 20 hezar kesî ne kêmtirin, em jî pêşmergeyên doh û îro ne, û heta serxwebûna Kuristanê bi temamî emê bi hemû hêza xwe berxwedanê bikin.”




