26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Turk: Rêkeftinek veşartî heye ji bo serxistina pêvajoya aşîtiyê

Çavkanî: KDP.info

Mêrdîn-KDP.info-Serokê şaredariya bajarê mezin ya Mardînê derbarê pêvajoya çareseriyê aşkira kiriye ku di vê qonaxê de ji bona serxistina wê pêvajoyê rêkeftinek veşartî heye, çavrêkirin heye û xebatek cidî ji bo nexşerêyekê heye û pêwîste ev xebatên veşartî ji raya giştî bê parve kirin.

Di çavpêkeftinê li gel televizyona Bugun a tirkî, Ehmed Turk li ser pirsa li piştî pêvajoya çareseriyê çi heye? Bersiv da û got: “Bi dîtina min rêkeftinek bi dizî heye, çaverêkirinek heye, li vir xebatek cidî bo nexşerêyê heye.”

Turk bal kişand ser wê yekê jî ku pêwîste ew xebatên han bo pêşveçûna pêvajoyê bikeve rojeva Tirkiyê.

Srokê şaredariya bajarê mezin ya Mardînê Ehmed Turk got: “Divê aliyê Kurd cihê xwe div ê xebatê bigre, bi wateya ku eger tu dixwazî vê pirsgirêkê çareser bikî pêwîste tu bi vekerî tevbigere.”

 

Nûçeyên têkildar