Rights Watch: PYDê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên Amûdê bi kar anîye û 6 kes kuştine

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Rêxistina Human Rights Watch dibêje YPGê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên dijberên PYDê li Amûdê bi kar aniye û 3 kes ji wan kuştine û di heman rojê de 3 kesên din ji aliyê asayişê ve hatin kuştin, ji aliyê xwe ve jî ENKS dê ji bo şermezarkirina wê komkujiyekê xwepêşandanan encam bide.
Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Human Rights Watch di raporteke xwe ya taybet bi rewşa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê de ku roja pêncşemê 19/6/2014 derxistiye, û têde dibêje ku wê lêkolîn li ser bûyerên li Amûdê kiriye û tekez dike ku “YPGê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên dijberên PYDê bi kar aniye.”
Di rapota Rêxistina Human Rights Watch de hatiye: “3 kes ji wan bi guleyan kuştine, herwiha di heman rojê de 3 kesên din ji aliyê asayişê ve hatin kuştin.”
Encûmena Niştimanî ya Kurd û çend partiyên kurdî ku wan bûyeran wek “komkujiyekê” bi nav dikin, xwe amade dikin ku xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê birêvebibin.




