Biden daxwaz ji Serok Barzanî û Malkî û Nucêfî kir li dijî çekdarên DAIŞê bibin yek

Hewlêr-KDP.info-Koşka Spî ragihand ku cîgirê serokê Amarîka daxwaz ji li dijî çekdarên DAIŞê bibin yek û hikûmetekê ava bikin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin.
Joe Biden, cîgirê serokê Amerîka, doh, ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Iraqê, telefona her yek ji Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê û Usame Nucêfî serokê Parlamentoya Iraqê kiriye.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Biden roja çarşemê di rêya telefonê re ligel her yek ji Barzanî, Malikî û Nucêfî axifî.
Biden ji her sê serkirdeyan xwest ku li dijî çekdarên DAIŞê bibin yek û hikûmetekê ava bikin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden ji her sê serkirdeyên Iraqê xwestiye ku yekîtiya xwe niştimanî li hember êrîşên DAÎŞê biparêzin û derbarê pirsên ewlekariyê di paşerojê de hemahengiyê bikin.
Biden ji Malikî xwest ku divê siyaseteke giştî bi cî bike û daxwazên gelên Iraqê berçav werbigire.
Her li gor daxuyaniya Koşka Spî, cîgirê serokê Amerîka ji serokwezîrê Iraqê re gotiye ku baştirîn rê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAÎŞê ewe ku gotûbêjê ligel eşîretên Iraqê bike.




