25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pêşmerge Celewle ji DAIŞ rizgar kir û niha ew bajar aram e

Çavkanî: KDP.info

Celewla-KDP.info-Ji şevê din ve heta serê sibehê li nav bajarokê Celewla şerekî dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de derket û di encam de ew terorîst reviya û 3 kuştî li cihê xwe hiştin.

 

Derbarê wan şer û pevçûnan de berpirsê navçeya Partiya Deomat a Kurdistanê li Celewla, Kameran Mihemed ji KDP.info re got: “Ji seat 1 şevê de çekdarên DAİŞê êrîşî taxa Wehde ku navenda PDKê jî lê ye û dikeve başurê Celewla, û heta saet serê sibehê şer berdewam bû û bi şikestin û revandina wan çekdaran bi dawî bû.”

 

Mihemed zanîn ku niha bajarokê Celewla bi tevahî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û herwiha rewş jî aram e.

 

Berpirsê navçeya Partiya Deomat a Kurdistanê li Celewla tekez kir ku wan çekdaran 3 kuştî li cihê xwe hiştin û reviyan.

Nûçeyên têkildar