26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Diyalayê 450 malbatan xwe spartin Hêzên pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Li Diyalayê 450 malbat ji ber rewşa metirsnak, malên xwe hiştin û berê xwe dane navçeyên bin destê Pêmerge û xwe spartin destê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

 

Li navçeya Diyalaya ya Iraqê 450 malbat ji ber rewşa xetere, malên xwe terk kirin û we spartin herêmen ku ketine destê pêşmergeyan de.

 

Alîkarê Waliyê Diyalayê Basîm Samerray daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û ragihand ku ji herêmên el-Mefrak û el-Katunê koçberiyên mezin hene û 450 malbatan ji ber ewlehiyê xwe spartin pêşmergeyan.

 

Samerraî got ku gelek mirov ji ber ewlehiyê ber bi herêmên bakurê bajar ve diçin.

 

Ji roja ku çekdarên DAIŞê Mûsil û çend navçeyên din li Iraqê kontrol kirin û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket û hita niha jî, koçberên wan deveran berê xwe didin Herêma Kurdistanê û wan navçeyên bin destê hêzên Pêşmerge.

 

Nûçeyên têkildar