26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Kêlgehên petrolê yên Kerkûkê bi boriyên Kurdistanê ve hatin girêdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku kêlgehên petrolê yên Kerkûkê bi boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve hatine girêdan.

 

Piştî êrîşa vê dawiyê ya çekdarên (DAÎŞ) û gefa teqandina kêlgehên petrolê yên Kerkûkê û derdora wê, kêlgehên petrolê yên Kerkûkê bi boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve hatin girêdan.

 

Li gor Reutersê, di vê derbarê de Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî di civîneke çapemeniyê de li Londona paytexta Brîtanyayê got: “Kêlgehên petrolê yên Kerkûkê bi boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve hatine girêdan û bi vê rêyê petrola Kerkûkê bo benderên Tirkiyê tê şandin.”

 

Ev girêdana han rê dide Herêma Kurdistanê ku petrola xav a Kerkûkê bişîne derve; Evna jî piştî wê yekê tê rewşa ewlekariyê ya wê parêzgehê ketiye ber êrîş û gefên DAÎŞ’ê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîne cihê artêşa İraqê bigirin û ji cepheyên şer reviyan.

Nûçeyên têkildar