26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Nexşeya siyasî ya Iraqê hat guhertin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje nexşeya siyasî ya welat hat guhertin û welatên cîhanê bi girîngî ki Herêma Kurdistanbê dinerin.

 

Felah Mistefa, Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ki KDP.info re ragihand: “Konsulxane û ofîsên welatên cîhanê li Herêmê bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinerin, û ji wê rewşa Iraqê dilgiranin, lê belê baweriya wan bi Herêma Kurdistanê heye, û ew welatên cîhanî li Kurdistanê dinerin wek welatekî ku xelk û gelê wê baweriya wan pê heye û şeriyetê didinê.”

 

Mistefa got jî: “Tişta ku Herêma Kurdistanê kiriye, wek baştirîn bersive ji bona aşîtiyê û avdankirinê li Iraqa ne aram û ne seqamgîr di ware siyasî û ewlekariyê.”

 

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa diyar kir: “Piştî bûyerên Mûsilê, nexşeya siyasî li Iraqê hat guhertin û hewsengiya hêzên Iraqî jî guhertin bi ser wan de hatine, lewra çênabe em bi cave berî wan bûyeran li Iraqa niha binere ji ber ku rewşeke nû çêbîye, ku ne bes em, hemû cîhan wê rewşê dibînin, lewra nabe ji nivre aliyek bi tenê xwe li ser Iraqê feriz bike, yan divê Iraq bibe Iraqeke têde mafên destûrî parastî bin, yan aramî û asayişa wê gegere.”

Nûçeyên têkildar