Sertaç Bûcak: Mercên serxwebûna Kurdistanê derketine holê
__2014_06_17_h19m50s5__BA.jpg)
Bakûrê Kurdistanê-KDP.info- Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak ragihand, Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn û got, mercên ragihandina serxwebûna Kurdistanê derketine holê.
Sertaç Bûcak berî her tiştî hate amajekirin ku kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê pêşmergeyan ve hate pîroz kirin û wek pêkhatina xewneke netewî ya xelkê Kurdistanê hate binavkirin.
Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak tekez li ser wê yekê kir ku di rewşa niha de Herêma Kurdistanê li dijî terora DAIŞ’ê ji bo parastina sînor û hemwelatiyên Kurdistanê bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî çi pêwîst be wê dike û ew jî wek Platforma Demokratên Kurd piştgiriya vê helwestê dikin.
Sertaç Bûcak li ser konjonktura Rojhilata Navîn amaje kir ku êdî wateya sînorên ku beriya sed salan hatine xêzkirin nemaye û kurd ji destketinên xwe paş nakevin.
Bûcak balkişand ser pêşveçûnên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û got ku Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn û pêwîste her kes vê yekê baş binirxîne.
Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak her wiha got ku çapemeniyên cîhanê jî êdî ragihandina serxwebûna Kurdistanê wek rewşeke rewa dibînin û vê yekê êdî bi dengeke bibandor tînin rojeva cîhanê. Ev yek jî hêviya dewleta Kurdistanê xurt dike.




