25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

New York Times: Kurd ji xewna dewletbûnê nêzîk bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rojnameya navdar a amerîkî, New York Times, ji Amerîka xwest, di kirîza Iraqê de û ji bona pêkhatina aramiyê li wî welatî guhdarî kurdan bike û hebûna wan qebûl bike û diyar kir ku divê Amerîka guhdarî kurdên hemû beşên Kurdistanê bike û Kurd ji xewna dewletbûnê nêzîk bûne.

 

Nivîskara bi navê Alîza Markos, di nivîsa xwe ya rojnamê de li ser Iraqê dibêje, zêdebarî guvaş û hewlên hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo lawazkirina kurdan lê kurdan karîn cihê xwe biparêzin û bêyî ku guhê xwe bidin piştevaniyên Amerîka li hember Bexdayê, ber bi pêşve biçin. Ji ber wê jî divê Amerîka êdî wisa hizir neke ku kurdan mîna aliyê duyem li Iraqê bibîne. Ji ber ku bihêzbûna kurdan ji bona pêkhatina aramiyê li Rojhilata Navîn girîng e.

 

Alîza Markos, her wiha dinivîse, divê Amerîka guhdarî kurdên hemû beşên Kurdistanê bike, ji ber ku Amerîka ne tenê li Iraqê lê li Tirkiyê jî xwe ji gotûbêjkirina ser mafên kurdan dûr girtiye. Alîkariya Amerîka ya ji bo çekdarên opozîsyona Sûriyê çavên Amerîka kor kiriye ku alîkariya kurdên Sûriyê neke, çimkî kurdên Sûriyê jî li hember tundrewên îslamî şer dikirin.

 

 

Rojnamevanê mezin yê rojnameya Times Maykil Bînyon dibêje tundûtîjî û tevlîheviya niha li Iraqê derfetek zêrîn bo Kurd afirandiye daku serxwebûna xwe û xewna damezrandina dewleta Kurdistanê bi cî bîne.

 

Bi nêrîna wî rojnamegerî niha Kurd Kerkûk xistiye destê xwe ku dewlemendtirîn bajarê Iraqê ye bi neftê û eve ji bilî wê yekê ku Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ye li hemberî her destdirêjiyekê ji aliyê DAIŞ`ê ve ku bi gotina wî DAIŞ berve Bexdadê ve dikşê.

 

Maykil Bînyon nivîsiye: Niha serokwezîr Nurî Malikî ku di pirsgirêkên xwe de fetisiye nikare rê li Kurd bigre ku nefta xwe neşînin bazarên cîhan û bifroşe.

 

 

Nûçeyên têkildar