Serok Barzanî li ser damezrandina dewleta Kurdistanê berdewam be Xweda jî dê piştgiriya wî bike û em hemû dê bibin Pêşmergeyên wî

Hewlêr-KDP.info- Gotarbêjê Mezgefta Hacî Cemal a Hewlêrê û mamostayê olî yê diyar di nava Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Seyid Ehmed Pênciwînî ragehand ku eger Mesûd Barzanî li ser pirsa damezrandina dewleta Kurdistanê berdewam be Xweda jî dê piştgiriya wî bike û ew hemû dê bibin Pêşmergeyên wî.
Dr. Seyid Ehmed Pênciwînî di hevdîtinekê de ligel hejmara îro ya govara Gulan, wiha dibêje: “Mela Mistefa şoreşa xwe kiribû pirseke millî, lewma serkeftî bû, îro jî dibe Mesûd Barzanî vê pirsê bike pirseke millî da wek Mela Mistefa karibe hemû milet kom bike û wan arasteyî serxwebûna Kurdistanê bike.”
Pênciwînî got: “Eger em bixwazin careke din vegerin ser hizrê Mela Mistefa Barzanî û yek serkirde û yek ala me hebe, yek gotin bin, pêwîste em wek Mela Mistefa hizir bikin û wek wî reftar bikin.”
Mamostayê olî yê diyar di nava Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de, wiha axifî: “Eger Mesûd Barzanî li ser vê bernameya xwe berdewam be û ber bi damezrandina dewleta Kurdistanê ya serbixwe ve gavan biavêje, ji bilî ku dê tacekê dane ser serê xwe, dê hemû millet ligel be û Xweda û firîştên xwe dê piştgiriya wî bikin û wî hîdayet bikin, em hemû jî dê bibin Pêşmergeyên wî û li pêş dibin bo pêkanîna armanca me ya mezin.”




