26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hejmara koçberên Mûsilê bo navçeya Qûşê gehişt 945 malbatî

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Bi sedan malbatên parêzgeha Mûsilê koçber bûne ji ber xerabiya rewşa ewlehî û pêdviyên jiyanê û bombebarankirina wan navçeyan.

 

Endamê encûmena navçeya Qûş, Xelîl Şemo got: “Em amadene ku pêşwazî li koçberên Mûsilê bikin, me pêşwazî li hejmareke mezin ji koçberên wî bajarî kirine û dergeh û hol û dibistan ji wan re hatine vekirin.”

 

Xelîl Şemo daxwaz ji rêxrawên navdewletî kir ku alîkarî û hevkariya wan malbatan bikin, herwiha ji hikûmeta navendî xwest ku alîkariya hemwelatiyên Iraqê bike.

 

 Endamê encûmena navçeya Qûş tekez kir ku “di heyama du heftan de nêzîkî 945 malbatên Mûsilê koçberî navçeya Qûşê û gundên derdora wê bûne.”

 

Herwiha Xelîl Şemo got jî: “Hemû berpirs û akinciyên deverl ketin amadebaşiyê de ji bona hevkariya wan koçberan û peydakirina cih û pêdawîstiyan ji wan re.”

Nûçeyên têkildar