Platforma Demokratên Kurd: Êdî roja avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hatiye

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info- Platforma Demokratên Kurd (PDK)ê, bi daxuyaniyekê helwesta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ya kontrolkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê bi pîroz zanî û ragihand ku êdî roja avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hatiye.
Li Platforma Demokratên Kurd, derbarê şer pêşveçûnên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir ku wêneyek jê gehişt KDP.info û tê de bal kişand ku bi êrişên DAIŞê re Rojhilata Navîn bi awayeke siyasî dikele û hevsenga vê erdnîgariyê ji cihê xwe dileqe.
PDKê da zanîn, heta mafên hemû neteweyan bê kêmasî neyê dayîn ev pirsgirêk zû bi zû çareser nabin û ev hişyarî kir: “Rojhilata Navîn, ji ber niheqî û nakokiyên dîrokî ku bi pirsên neteweyî, sîyasî, civakî û demokrasiyê ve girêdayî ne, dikele. Sînorên îro, ji ber van nerastiyên xwe bêwate ne û ta ku li gora rastiya xwe neyêne serastkirin, ev tevlihevî, kuştin û talan dê roj bi roj zêdetir bibin.”
PDKê destnîşan kir ku êdî Herêma Kurdistanê jî bi kiryarên û siyaseta xwe aktoreke mezin a Rojhilata Navîn e û helwesta pêşmergeyan a kontrolkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê jî bi pîroz zanî.
Platforma Demokratên Kurd, di daxuyaniyê de bibîr xist ku çêkirina xendeqên li ser sînoran niha baştir tê fêmkirin û rastiya van xendeqan bi van êrişên DAIŞê careke din derketiye holê.
PDKê di daxuyaniyê de aşkera kir ku êdî roja avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê hatiye û ji hemû perçeyên din ên Kurdistanê xwest piştgirî bidin vê hewldanê û destkeftiyên Başûr biparêzin.




