26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: kabîneya yekgirtî armanca hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radighîne ku roja çarşemê hikûmeta nû dê bê ragihandin û kabîneya yekgirtî armanca hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bû.

 

Di çavpêkeftinekê li gel ajansa Anadolê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sebaret bi rewşa Mûsilê û pêşveçûnên nedihat çaverêkirin de got: "Helbet li cem rêxistina terorê ya DAIŞyê hêzên din jî hebûn. Dibe ku endamên Partiya Beasê û hin eşîrên li herêmê jî di vî karî de hebin. Ev girêdayî komên cuda ne. Hemû dinya li ser vê bûyerê disekinin û fikarê dikin. Tiştên ku diqewimin herêma Kurdistanê jî aciz dikin."

 

Nêçîrvan Barzanî got: “Dema agahî bi dest xistin ku dê bûyer çêbibin, bi hikûmeta Bexdayê re xeber dan û ev agahî bi destê wezareta parastinê ve gihandin Serokwezîrê Êraqê.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Bexdayê heta niha ji wan alîkariyê nexwestiye û wiha got: "Divê serokwezîrê Iraqê bi awayekî fermî ji serokê herêma Kurdistanê alîkariyê bixwaze. Encax wê demê em dikarin leşkeran bişînin."

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: "Me texmîn dikir li Mûsilê dê bûyerên terorê çêbibin. Lê him ji hêla leşkerî ve û him jî ji hêla siyasî ve me texmîn nedikir ku encameke wiha derkeve holê. Bexda, heta DAIŞê jî texmîn nedikir ku artêşa Iraqê di nav çend seatan de belav bibe. DAIŞ`ê jî texmîn nedikir ku bûyer dê evqas mezin bibe."

 

Nêçîrvan Barzanî cext kir ku di vê mijarê de berpirsiyarê yekem Nurî Malikî ye û ji ber polîtîkayên xelet ên Bexdayê ev bûyer çêbûne û wiha got: "Heke 2 sal berê dema ku li herêma Ramadiyê xwepêşandan dest pê kirin çareseriyeke siyasî bihata dîtin, îro ev bûyer dê evqas mezin nebûya. Li Iraqê kurd, ereb, tirkmen, sunî, şiî bi giştî her kes li dijî terorê û DAIŞ`ê ne. Divê hemû nijad û ol xwe wek perçeyekî Iraqê bibînin. Heke wisa nebînin ev bûyer dê dewam bikin."

 

Ji bo ketina pêşmergeyan a li Kerkûkê û herêmên din jî Nêçîrvan Barzanî weha pêde çû: "Li ser daxwaza Serokweziriya Êraqê pêşmerge çûn Kerkûkê. Piştî ku artêşa Êraqê vekişiya, valahiyek çêbû. Heke pêşmergeyan ev valahî tije nekira, dê DAIŞ ev valahî tije bikira. Ji ber vê em ketin van deran. Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo ku asayîşê pêk bînin ketin van herêman. Bila nebêjin 'Pêşmergeyan ev rewş wek firsend bi kar anîn û ketin Kerkûkê."

 

Nêçîrvan Barzanî ji bo hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê jî wiha axivî: "Me kabîneya xwe ava kir, kabîneya yekgirtî armanca hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bû, heke pirsgirêkek çênebe, roja çarşemê hikûmeta nû dê bê ragihandin. Heta roja çarşemê wezîr dê amade bin û yên ku amade nebin jî dê paşê bikaribin bên meclisê û sond bixwin. Lê hikûmeta nû dê di heman rojê de were îlankirin."

Nûçeyên têkildar