Zalmay Khalilzad: Herêm petrolê bi qaçaxî nabe Îranê

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê û şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Zalmay Khalilzad tekîd kir ku herêm petrolê bi qaçaxî nabe derveyî Iraqê.Zalmay Khalilzad
Çend kesên nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî rexneyên tund ji Khalilzad girtin û ew bi wê yekê gunehbarkirin ku ew li pey pirsgirêkên petrolê yên navbera Hewlêr û Bexda ye û rola wî di birîna petrola herêmê bi qaçaxî bo Îran û Afghanistanê serekî ye.
Khalilzad ev gotegot derewandin û got, “Ji rastiyê dûr in û pir in ji şaşîtiyên û neberpirsyar in.”
Khalilzad got jî, “Di dema karên min wek Balyozê Amerîka li Iraqê de, min hemû hewlên xwe dan ji bo komkirin û lihevkirina iraqiyan.”
Khalilzad axaftina xwe wiha domand, “Heta niha ez di wê baweriyê de ku destûrê Iraqê baştirîn çarçove ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên navbera Iraqiyan, ji wan jî pirsa petrol û gazê.” Rojnameya Rayî ya kuwêtî wiha veguhastiye.




