Urdin piştgiriya biryara gelê Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info-Konsulê Urdinê li Hewlêrê ragihand ku di merasîma salvegera serxwebûna Urdinê de ragihand ku ew rêz li wê biryarê digire ku xelkê Kurdistanê di paşerojê de derbarê çarenivîsa xwe de bidin.
Li gorî Rûdawê, Fayiz Xûrî, Konsulê Urdinê li Hewlêrê, derbarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand ku “Ew pirseke navxweyî ya Iraqê ye”, lê rêz li wê biryarê digire ku xelkê Kurdistanê di paşerojê de derbarê çarenivîsa xwe de bidin.
Herwiha Konsulê Urdinê li Hewlêrê, tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî naxwaze detsêwerdanê di pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê de bike ji ber ku wek wî got: “Ev pirseke navxweyî ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”
Fayiz Xûrî di merasîma salvegera serxwebûna Urdinêde, ku li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin, derbarê pirsiyara ku gelo ew çaverê dike ku rojekê Kurdistan jî wek Urdinê cejna serxwebûnê lidar bixe, got: “Tiştê ku xelkê Kurdistanê bixwaze em ligel de ne, tiştên xweş jî bo xelkê Kurdistanê dixwazin.”




