Kurdek 15 salî bi destê polîsên Tirkiyê ve hat kuştin

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info- Zarokek kurd, 15 salî bi destê polîsên Tirkiyê ve jiyana xwe ji dest da û li Edenê heta sibehê xwepêşandan berdewam kirin.
Duh, 15.06.2014, dema ku li navçeya Seyhana girêdayî bajarê Edenê li Tirkiyê, xwepêşandanek ji bo Licê dihat lidarxistin, zarokê 15 salî yê bi navê Îbrahîm Aras jiyana xwe ji dest da.
Li gor gelek xwepêşandêrên wê çalakiyê, Îbrahîm Aras bi destê polîsên Tirkiyê ve hatibû kuştin, lê dozgeriya navçeyê derbarê sedemên kuştina wî zarokî lêpirsînek dest pêkir.
Piştî bûyera kuştina Îbrahîm Aras, li bajarê Edenê û navçeya Seyhanê heta berdestê sibê di navbera xwepêşandêr û polîsên Tirkiyê pevçûn rûdan, û polîsan bi bombeyên gaze û ava şid destêwerdana wê xwepêşandanê dikirin.




