Pêwîste Waşinton ligel Pêşmerge kar bike, ji ber ku ji artêşa Iraqê baştire

Hewlêr-KDP.info-Zalmay Xelîlzad ragihand ku rewşa Iraqê wek ya Efxanistnê lê hatiye û Iraqê hemû piştî girtina Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatiye guhertin û daxwaz ji Waşintonê kir ku kar ligel Pêşmerge bike, ji ber ku ji artêşa Iraqê baştire.
Zalmay Xelîlzad, ku ji sala 2005 heta 2007 balyozê Emerîka bû li Iraqê, dibêje: “Piştî Mûsilê Iraq bi temamî hat guhertin, ev rewşa niha Efxanistan tîne bîra min.”
Xelîlzad got jî: “Pêwîste hêzên Emerîka ne tenê bi hêzên Iraqê hizir bikin, ku gelo çawa alîkariya wan bike? Eger alîkariya wê artêşê bikin, gelo dê pandoa wê hebe? Lê belê pêwîste Emerîka hizir bike ku çawa hevkariya Pêşmergeyan bike, û bizanibin ka çawa dikarin di vê demê de peywendiyê ligel wê hêzê girêdin, ji ber ku hêzên Pêşmerge bi gelekî ji artêşaIraqê baştire û bandora wan li ser karûbarên navçeyên başûrê Iraqê heye.”
Herwiha Zalmay Xelîlzad got: “Pêşmerge niha navçeyên Kurdistanî yên derve îdareya Herêma Kurdistanê de diparêze, ev yek jî piştî ku artêşa Iraqê ji wan navçeyan vekşiya û navendên xwe ji DAIŞê re hiştin.”




