Tilefer ket bin konrola DAIŞê

Tilefer-KDP.info-Piştî şer û pevçûnên tund di navbera DAIŞ û hêzên ewlekariyê, çekdarên DAIŞê şeva borî karîn wan hêzan ji Tileferê derbixin û wê qezayê kontrol bikin.
Weysî Şingalî, berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurduatnê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşekî tund birin ser navçeya Tilefer û heta vê sibehê jî şer û pevçûn berdewam bûn, lê di dawiyê de hêzên ewlekariyê hatin şikestin û reviyan û navçe ket bin kontrola DAIŞê.”
Şingalî diyar kir: “Di encama bombebarankirina şeva borî de gekek qurbanî ketin, lê hîna ne diyar hejmara wan çendi, jiber ku heta vê sibehê şer berdewam bû.”
Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurduatnê (PDKê) tekez kir “zorîneya akinciyên wê qezayê ji tirsa bombebaran kirinê revyane û koçberî devera Şingalê bûne û niha em hewil didin cih û alîkariyan ji wan re dabîn bikin.”




