26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Lîsta Iraqîye, hukûmeta Iraqê pêzanînên xwe derbarê seredana Ahmet Davudoglu hebû

Çavkanî: KDP.info

Jêderekî ragihandina Turkîya li serokê firaksîyona Iraqîye li parlîyamenta Iraqê veguhastîye, ku hukûmeta Iraqê pêzanînên xwe derbarê seredana Ahmet Davudoglu wezîrê derveyê Turkîya bo bajêrê Kerkûkê hebû.

Di evê derbarê de li gorî nûçeyeka radîyo û televesîyona "TRT", Selman Cumeylî serokê firaksîyona Iraqê li parlîyamenta Iraqê ragihand, ku hukûmeta Iraqê pêzanînên xwe derbarê seredana Ahmet Davudoglu wezîrê derveyê Turkîya bo bajêrê Kerkûkê hebû.

Herweha got, Turkîya herdem roleka xwe erênî derbarê Iraqê heye, ji ber evê çendê jî mafê hukûmeta Iraqê nîne ku nerazayîya xwe li hember evê çendê derbibirê.

Hêjayî gotinê ye, ku hukûmeta Iraqê hefteya çûyî seredana Ahmet Davudoglu wezîrê derveyê Turkîya bo herdu bajêrê Kerkûkê û Hewlêrê bi binpêkirin û rêznegirtina serwerîya axa Iraqê da nasîn.

 

Nûçeyên têkildar