Parlamenterên jin deng nadin kabîneya bê jin

Hewlêr-KDP.info-Endamên Parlamentoya Kurdistanê yên jin radighînin ku eger di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jin nebin, ew deng nadin kabîneyê.
Piştî ku CV yên namzetan ji bo wezaretên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê gehiştin Parlamentoya Kurdistanê, heta astekî heykelê kabîneya nû eşkere bûye, jinên parlamentar jî dibêjin ku eger di kabîneya heştem de jin nebin ew deng nadin wê kabîneyê.
Di vê derbarê de Parlamentara Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî ji KDP.info re ragehand ku heft meh in ku Jinên Aştiyê serdana hemû hêzên siyasî û serokatiya hikûmet û parlamentoyê dikin, lê tevî eşkerebûna namzetan ji bo wezîrên kabîneya nû, tu jinek nayê dîtin, û ev yek bûye sedema nerazîbûna parlamenterên jin.
Amîne Zikrî tekez kir ku ew niha ligel parlamenterên mêr di peywendiyê de ne ku kesên hevra ji bo wê meselê peyda bikin.




