26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Seyda, em amadene danûstandinê digel berpirsên Sûrîya bikin

Çavkanî: KDP.info

Ebdulbast Seyda serokê Encumena Niştimanîya Sûrîya ragihand, ku ev encumena han amadeye danûstandinê bi armanca dest ji kar kêşana desthilatê ji alîyê Beşar El-Esed ve bike.

Di evê derbarê de li gorî rojnama El-Şerewsat, Ebdulbast Seyda ragihand, dibe ku des ji kar kêşana Kofî Anan nûnerê navdewletî bo Sûrîya, dergeheka din bo pêşnîyazên nû derbarê çareserkirina qeyrana Sûrîya vebike.

Weha jî got, ku em weha dibînin desthilata Beşar El-Esesd ti rewayîyeka xwe nemaye, eve jî me li Mosko behs kir û bi ti awayekî jî em guftûgoyan digel rêjîma wî jî nakin.

Di pişkeka din a gotinên Seyda ku ajansa Rueters belavkirîye,  ku ew amadene danûstandinê digel berpirsên hukûmeta Sûrîya bikin bi taybet ewên destên xwe bi xwîna hevwelatên Sûrîya sor nebûne.

 

Nûçeyên têkildar