Firakisyona Zer: Bila civînek Parlamento li Kerkûkê bê saz kirin

Hewlêr-KDP.info- Firakisyona Zer ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) pêşniyar dike ku civîneke Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê bê saz kirin.
Omîd Xoşnaw, Serokê Firakisyona Zer li Parlamanê Kurdistanê ji KDP.info re got: “Di çarçoveya bi rêveçûna civîna îro ya parlamantoya Kurdistanê de, Firakisyona Zer ji bilî beşdarbûna endamên wê di giftûgoyan de, 2 pêşniyarên girîng û pêwîst pêşkêş kirin.”
Xoşnaw got: “Me daxwaz kir ku civîneke Parlamantoya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê birêve biçe, ji ber ku di peyrewa navxwe de jî rê bi sazdana civînan li dervey bînaya Parlamantoyê hatiye dan, em dixwazin civînek li Kerkûk bê saz kirin, ji ber ku ew bajar simbûla navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ye.”
Serokê Firakisyona Zer li Parlamanê Kurdistanê, behsa pêşniyara duyemîn jî kir û ragihand: “Pêşniyareke me ya din hebû, ku ji ber rewşa abûrî û ew aloziya darayî ku li Herêma Kurdistanê heye ji ber nehatina mûçeyên fermanberan ji Bexdayê, me pêşniyar kir ku mûçeyê hemû pileyên taybet bê sekinandin, daku em em bikaribin mûçeyê Pêşmerge û fermanberên Herêma Kurdistanê bidin heta rewş ber bi çareseriyê biçe.”




