Sedr, Malikî ji min re bi neşêrînî Kurd da nasîn

Serokê alîyê Sedr Muqteda Sadr li hember ew gunehbarên berdewamên bi ser wî tê kirin piştî seredana wî ji bo herêma Kurdistanê dilgirane.
Di evê derbarê de, Muqteda Sedr di page xwe de ya li ser tora civakîya Facebookê belavkirîye, ku berî ku ez bi seredanekê biçim herêma Kurdistanê, min ji serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî re got, ku ez diçime Hewlêrê, lê belê wî daxwaz ji min kirîye ku ez neçim Hewlêrê.
Muqteda Sedr dibêje, Malikî ji min re gotiye çûna te bo nav kurdan gelekî metirsîdare, dibe ku ji alîyê ewledarîyê ve gelek nehê parastin û dibe ku ji ber vê seredanê bo nav kurdan tu pêgeha xwe ya camawerî ji dest bide, ku weha ji min re Kurd da naskirin ti carî ez nikarim vegerim.
Muqteda Sedr weha da nîşandan, ku hincetên Malikî tenê ji bo ez ji peymanên pêşîmam bibim ewê ku min bi hevalên xwe (Kurd û Iraqîye) da ye, weha jî got ez rijde me li ser herdemekê ku serokê komar biryara kombûna parlîyamentê bide derbarê vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî, ku bi Iraqîye û Kurdan 124 deng hatin komkirin û Sedr hemû dengên xwe dide ji bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî.




