Cebar Yawer: 7 şehîd û 36 birîndarên me hene

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, amara şehîd û birîndarên hêza Pêşmerge diyar kir û dibêje haya wan ji tu pilan û êrîşeke artêşa Iraqê bo ser Mûsilê nîne.
Cebar Yawer, Berdevk û sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hejmara şehîd û birîndarên Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragihand: Em dixwazin odeyeke operasyona leşkerî avabikin û em îro di hewla avakirina wê de ne û em ê hemû amaran belav bikin.
Yawer got: Bi awayekî giştî li sînorê Rebîhe 2 pêşmerge şehîd bûn, li Kerkûkê jî bombeyek bi otombêleke lîwaya 2 de teqiya û di encamp de 2 Pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn, herwiha di şerê li navçeyên Diyala ligel çekdaran de 2 pêşmerge şehîd bûn û 23 jî birîndar bûne.
Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê got jî: Îro 15/6/2014 li navçeya Rebîhe ya ser bi parêzgeha Mûsilê,bombeyek bi fermandeya Sipîlkê de teqiya, û di encamp de pêşmergeyek şehîd bû û dû jî birîndar bûn.




