26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hevpeymanîya Kurdistanî, qeyrana Iraqê tenê bi rêya pabendbûn bi destûrê çareser dibe

Çavkanî: KDP.info

Endama Hevpeymanîya Kurdistanî Cole Hacî roja duşemê da xuyakirin, ku qeyrana niha ya Iraqê tenê bi rêya pebendbûn bi destûr û rekeftinên sîyasî yên ku di navbera alîyan tê çareserkirin.

Di evê derbarê de li gorî ajansa PNA, Hacî ragihand, ku " rewşa Sîyasîya Iraqê gelekî aloze û ti rêçkeka erênî nîne bo çareserkirina evê qeyrana bi taybetî piştî buyerên dawîyên li Sûrîya hatine encamdan".

Herweha da xuyakirin, ku " ew pêşnîyazê ku Hevpeymanîya Niştimanî pêşkeş kirîye bo çarserkirina evê qeyranê ti sûdeka wê nemaye".

Herweha da nîşandan, ku hemû alî dibêjin ku em bi destûrê ve pabendin, lê di rastîyê de eve tenê gotine û ji rastîye heye ve dûre.
Herweha got, rêya çareserkirinê tenê eve, hemû alî bi destûrê û rekeftinên sîyasî yên ku di navbera alîyan pabend bibin.

 

Nûçeyên têkildar