Emerîka: Heta iraqî nebin yek, Waşinton alîkariya wan nake

Ajans-KDP.info-Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry ragehand ku alîkariya Emerîka bide Iraqê ji bo rûbirûbûna çekdarên radîkal dê biser nekeve heta ku rayedarên Iraqê wê parçebûna kûr a di navbra xwe de bidawî neyînin.
Piştî ku di 11’ê mehê de ji nişka ve çekdarên rêxistina radîkal a bi navê DAÎŞ bajarê duyem yê herî mezin ê Iraqê ku ew jî Mûsile girt û roja piştre bajarê Tikrîtê û herwiha niha hewl dide Diyala û bajarokên derdora Kerkûkê jî bigire û ber bi Bexdayê ve biçe, medya cîhanê eşkere kir ku rayedarên Iraqê daxwaz ji Emerîka kirine daku operasyoneke leşkerî bi rêya balafiran li dijî çekdarên wê rêxistinê encam bidin.
Lê îdareya Serokê Emerîka Barack Obama heta niha bi awayekî eşkere negotiye ku ew dê vê daxwaza Iraqê pêk bîne, lê soz daye ew dê bi hemû awayekî alîkariyan bidin Iraqê da ji vê aloziyê derbas bibe, hevdem Koşka Spî ya Amerîka ragehand ku hemû bijarde derbarê Iraqê de li pêş wan vekirîne.
John Kerry ragehand ku wî ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî behsa rewşa ewlekariyê ya Iraqê kiriye. Kerry got: “Me ji Wezîrê Derve yê Irarê re tekez kir ku alîkriya ji aliyê Emerîka ve biser nakeve heta hun weku rayedarên Iraqê nakokiyên xwe nedin aliyekî.”
Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry got: “Pêwîste rayedarên Iraqê hevaheng bin bo pêkanîna hevgirtinek niştimanî ji bo pêşketina welat û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAÎŞ’ê.”




