Li bajarê Tirbespiyê teqînek mezin çêbû û gelek qurbanî hene

Tirbespiyê-KDP.info-Di encama teqînekê de li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar jî ketine ku hemû sivîl in.
Xelkên deverê ji KDP.info re ragihandin: Duh danê êvarê li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo teqîna rûda û têde 15 welatiyên sivîl şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn ku birîna hin ji wan jî girane û ew bo nexweşxaneya Qamişlo hatine rakirin.
Wan kesan tekez kirin ku otombêleke bombekirî li cadeya serekî ya taxa rojhilatê bajarê Tirbespiyê li nava bazarê û li pêşiya yek ji nanxaneyekê hatiye teqandin û hate dîtin ku ambulans jî birîndaran radike bajarê Qamişlo yê.




