Biryara avakirina jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê hat sitendin
__2014_06_14_h22m58s52__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Îro li bajarê Hewlêrê, li ser şîretên Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Kosret Resûl Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê û alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên siyasî û serbazî, civîneke hevbeş di navbera Fermandehiya Giştî ya Pêşmerge û Hikûmeta Herûma Kurdistanê, bi rêve çû û di civînê de biryar avakirina jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê hat sitendin.
Di civîna Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Kosret Resûl û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat ragihandin, hêzên Pêşmerge ji ber dilsoziya xwe valahiya ku ji ber vekişîna artêşa Iraqê li hinek deverên Iraqê çêbûye, derbasî wan deveran bûye û vê yekê jî ji bona parastina mal û canê kurd, ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî dike. Di civînê de her wiha ji saziyên navdewletî hat xwestin ku alîkariyên mirovî bidin wan kesên ku ji ber şerê Iraqê dest ji cih û warên xwe berdane.
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de bi hûrî behsa rewşa vê dawiyê ya Iraqê û vekişîna hêzên Iraqê ji hinek parêzgehên Iraqê û çêbûna valahiya ewlehî û dagirtina wê valahiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kirin û wiha hat gotin: “Ev jî ji ber wê yekê ye ku Pêşmerge xwe li hember parastina aramî, mal û canê xelkê wan deveran ji kurdan bigire heta ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî, dibîne û dilsoziya xwe li hember vê rewşê nîşan dide…”
Di daxuyaniya civîna Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Kurdistanê de hat ragihandin ku rewşa niha ya Iraqê nîşan da ku tenê bi cîbicîkirina destûrê û bingehên lihevhatinê welat tê birêvebirin û hemû pêkhateyên Iraqê di birêvebirina welêt de beşdar bibin û wiha hat ziman: “Jixwe rayedarên kurd gellek caran hişyariya vê rewşê dabûn lê mixabin ev yek ji aliyê hinek kesan nedihat dîtin.”
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha li ser vê yekê hat tekezkirin ku hêzên Pêşmerge her dem “di pozîsyona parastinê” de bûye û bi ti awayekî neketiye pozîsyona êrişkirinê û naxwaze ti aloziyek li çeperên pêşiyê yên pêşmerge de çêbibe.
Di civînê de hat gotin ku rewşa niha ya Iraqê tenê bi çareseriyeke rast a siyasî mumkin e ji ber ku tenê bi şêwazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha hat xuyakirin: “Ji ber wê jî em dîsa dibêjin, eger di navbera kurd, şîe û sunnî û pêkhateyên din de lihevhatin çêbibe wê demê rewşa Iraqê dê aram bibe.”
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de hatiye gotin kurd bixwe mexdûrê terorê û reşekujiyê bûye lewma hemû berpirstiyên xwe yên navdewletî dizane ji bona çêbûna aramî û rola xwe ya di dabînkirina ewlehiya cîhanî de.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha ji bona çavdêrî û encamdana kar bi awayekî cidî û hevbeş di rewşa heyî de, 2 biryar hatine dayîn, ew jî evin:
Yekemîn: Jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê were avakirin, ku serperiştiya hemû çalakiyên laşkerî û ewlehî bike, li gor zagonên Herêma Kurdistanê û bi rêkeftin ligel dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê, her wiha avakirina hinek jûrên demkî jî li deverên din li ser bingehên yekdengî û hemahengiyê kar bikin.
Diwemîn: Di civînê de herwiha biryar hat sitendin ku tenê Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer mafê wî heye li ser bûyer û xebatên leşkerî yên hêzên Pêşmerge daxuyanî bide.
Her wiha civînê tekezî li ser van 2 daxwaza kir:
Yekemîn: Ew malbatên ku ji Mûsil û bajarên din ên ku ji ber êrişa çekdarên DAIŞê berê xwe dane Herêma Kurdistanê, xwşik û birayê me ne, çi ji me hatibe me ji wan re kiriye û em ê berdewambin jî li ser pêşkeşkirina alîkariyê ji wan re, herwiha em daxwaz ji xelkê xwe dikin hevkarbin bi wan re.
Diwemîn: Em daxwaz ji saziyên navdewletî hat xwestidikinn, bi hevbeşiya Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî bidin wan koçberên ku dev ji mal û cihên xwe berdane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê.




