26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serhed Qadir: Rewş navçeyên jêr kontrola Pêşmergan aram e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rêveberê polîsên qeza û navçeyên Kerkûkê dibêje, hemû navçeyên parêzgeha Kerkûkê di bin destê hêzên Pêşmerge de ne û rewşa hemûyan aram e.

 

Emîd Serhed Qadir, rêveberê giştî yê polîsên qeza û navçeyên parêzgeha Kerkûkê ji KDP.info re ragihand: Qeza û navçeyên Kerkûkê berê di destê artêşa Iraqê û polîsan de bû, lê niha di destê hêzên Pêşmerge û polîs de ne, têkilî û peywendî di navbera polîs û pêşmergan de, ji bo aram kirin û bi destxistina istiqrarê li navçeyê, gelekî başe û dê bi vî awayî bimîne.

 

Qadir got jî: Niha bazgehên sînorî û dergehên nav bajar ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û polîsan ve bi hevbeşî bi rêve diçe û aramî li navçeyê heye, ku ev yek jî cihê dilxweşiyê ye.

Nûçeyên têkildar