Hejmarek Pêşmerge birîndar û şehîd bûn

Hewlêr-KDP.info-Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku tenê navçeya Seidiye neketiye destê hêzên Pêşmerge de ji ber ku hîna şerê navbera DAIŞ û artêşa Iraqê tê de berdewame. Got jî, di encama guleyeke hawinê ku li hêzên Pêşmerge ketiye, hejmarek bûne qurbanî.
Helgurd Hikmet, rêveberê giştî yê ragihandina wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistnê ji KDP.info re ragihand: “Ji doh ve navçeya Celewla ji aliyê hêzên pêşmerge hatiye kontrol kirin û ji niha ve şer li navçeya Seidiye di navbera çekdarên DAIŞ û artêşa Irqê berdewame.”
Hikmet got jî: “Ew şerê li Seidiye, ne ligel hêzên Pêşmerge ne, lê belê ew şer ligel artêşa Iraqê ye.”
Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistnê, diyar kir, “kêşeyek heye, ew jî guleyên hawinê li Pêşmergeyan dikevin, îro jî guleyek li Pêşmergeyên ket û di encamp de hejmarek ji wan bûn qurbanî.”
Li gor agahiyan di encama wê guleyê de 11 pêşmerge birîndar bûn û 2 jî şehîd ketin.




