Rebîhe nehatiya bobmebaran kirin.. di destê Pêşmergeyan de ye

Mûsil-KDP.info- Fermandeyê lîwaya 8 ya hêzên Pêşmergegeyên Kurdistanê red kir ku navçeya Rebîhe ji aliyê belafirên artêşa Iraqê ve hatibe bombebarankirin û dibêje, navçeya Rebîhe aram e û ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrol kirin.
Haşim Sîteyî, Fermandeyê lîwaya 8 ya hêzên Pêşmergeyên kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: Niha em li navçeya Rebîhe ne û ev navçe gelekî aram e û di jêr kontrola hêzên Pêşmerge de ye, bi tu awayekî nehatiye bombebaran kirin.
Sîteyî got jî: Ew nûçeya ku hatiye belav kirin ne raste, û tu belafirên artêşa Iraqê li vê navçeyê nînin û navçe gelekî aram e.
Ev daxuyaniya fermandeyê lîwaya 8 ya hêzên Pêşmergeyên kurdistanê Haşim Sîteyî, piştî wan nûçeyê ku dibêjin Rebîhe bi belafiran hatiye bombebaran kirin, het û ew yek red kir.




