Cîgirê Erdogan: Tirkiyê dê her pişta Herêma Kurdistanê bigre

Ajans-KDP.info-Husên Çelîkm cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya Tirkiyê, ragihand, kurdên Iraqê bixwe biryar li ser cih, nav û şêwazê statûya wê herêmê didin ku tê de dijîn û Tirkiyê pişta Herêma Kurdistanê girtiye û dê her bigre.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê, Husên Çelîk, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê, ku vê zûtiriyê tê belavkirin, ragihand, dema Iraq perçe bû kurd jî mîna hemû gelên din dibe xwedanê mafê biryarê li ser çarenûsa xwe.
Husên Çelîk, her wiha got ku Iraq di piratîkê bûye sê perçe ev jî ji ber siyaseta mezhebgeriyê ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bûye.
Cîgirê Erdogan, anî ziman ku heta niha Tirkiyê pişta Herêma Kurdistanê girtiye û dê li ser vê yekê berdewam be jî.




