26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Kurdistanê bo Pêşmerge: Bi hişyarî sînorên Kurdistanê û ser û malên xelkê biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Masûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Mûsil û deverên din ên nêzîkî Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û têde ji hêzên Pêşmerge û Asayişê xwest ku gelek bi hişyarî sînorên Kurdistanê û ser û malên xelkên wan navçeyan û dezgehên giştî biparêzin û rê bi tu serpêçî û sînorbezandinek nedin.

 

Ev jî tekesta peyama wî ye:

 

Piştî rûdawên Mûsil û navçeyên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, bi sedema rûxana artêşa Iraqê ve valahiyeke serbazî û emnî pêkhat û hejmareke zêdeyê hemwelatiyên parêzgeha Nînowa koçber bûn û hatin xwe spartin navçeyên aramên li bin kontrola Pêşmerge. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê û pêkhatên nîjadî û olî û parastina dam û dezgehên giştî û pirkirina wê valahiyê, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê çûne wan navçeyên ku artêşa Iraqê jê vekişiyane.

Daxwaz ji hêzên Pêşmerge û asayîşê dikim gelek bi hişyarî sînorên Kurdistanê û ser û malên xelkên wan navçeyan û dezgehên giştî biparêzin û rê bi tu serpêçî û sînorbezandinek nedin.

Gelê me jî dilniya dikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê bi tu awayek rê nadin aramî û asayîşa Kurdistanê bikevê ber metirsiyê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/06/2014

Nûçeyên têkildar