25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxîyê da malbata şêx Mihemed Berzincî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info_ Bi helkefta koça dawî ya Pêşewayê Komela Îslamiya Kurdistanê şêx Mihemed Berzincî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata xwedê jêrazî û Komela Îslamiya Kurdistanê kir.

 

Ev li jêr teksta peyama serokwezîr:

 

Bo malbata birêz a xwedêjêrazî şêx Mihemed Berzincî

 

Nûçeya wefatkirina şêx Mihemed Berzincî, kesatiyê navdarê îslamiyê kurd û pêşewayê Komela Îslamiya Kurdistanê, em ji dil xemgîn kirin.

 

Min, xwedêjêrazî şêx Mihemed Berzincî wek kestiyekî îslamî û pêşmergeyek bergirîkar ji mafên neteweya kurd nasî ye ku, li serdema xebata çiyan li pêşiya rijêma Basê de gelek bi mêrane li berxwedaye û xebat kiriye. Piştî serhildanê jî, ew dinav xebata siyasiya Kurdistanê de bûye.

 

Jidestdana Berzincî, jidestdana zanayekî îslamî û xebatgêrekeî rojên dijwar yên xebta neteweya me a ji bona rizgariya neteweyî ye.

Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata şêx Mihemed Berzincî, emîr, serokatî û endamên Komela Îslamiya Kurdistanê dikim û ji Xwedayî mezin dia dikim ku, canê şêx Mihemed Berzincî bi beheştê şad bike û sebir û tehemûlê bide malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

13.06.2014

Nûçeyên têkildar